Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

DYE 12 balafirên şer ên F-22 li Îsraîlê bi cih dike

Televîzyona dewletê ya Îsraîlê KAN ragihand ku Hêzên Hewayî yên DYE’yê di çarçoveya bicihkirina leşkerên li Rojhilata Navîn de 12 balafirên şer F-22 şandin Îsraîlê. Hate diyarkirin ku balafir xwedî kapasîteya bêbandorkirina pergalên parastina hewayî ne.

Li gorî televîzyona dewletê ya Îsraîlê KAN, Hêzên Hewayî yên DYE’yê di çarçoveya bicihkirina leşkerên li Rojhilata Navîn de 12 balafirên F-22 şandin Îsraîlê. Di raporê de hat diyarkirin ku F-22 xwedî kapasîteya "pergalên parastina hewayî û radarên dijmin bêbandor bikin" in.

Berê hatibû ragihandin ku 12 balafirên F-22 ku ji Balafiregeha Baregeha Langley-Eustis li Virginia ya DYE’yê rabûn, bi şeş koman Atlantîkê derbas kirin û gihîştin Baregeha Lakenheath RAF a Îngilîstanê. Hat daxuyandin ku balafir ji vir derbasî Îsraîlê bûne.

Di raporê de hat îdîakirin ku armanca bicihkirinê ew e ku  li dijî êrîşên fuzeyan asta amadekariya Îsraîlê zêde bike.